
Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye alîyê pirsên Îraqê Canîn Hênîs Plasçêrtê elam kirîye, wekî tu şedetî tunene wekî wextê hilbijartinên li Îraqê qelpî hatine kirinê.
Wextê birîfînga li Nyû Yorkê, Canîn Hênîs Plasçêrtê şirove kirîye, wekî dengdayîna wextê hilbijartina baş hatîy teşkîlkirinê û serbara serda jî gavên milahîmkirina wan hatibûne avîtinê.
“Hetanî niha organên mehkema îraqî tu şedetîyên derheqa teribandinada tunene”,- Plasçêrtê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê, ku rîska krîzeya sîyasî heye, lê Îraqêra hukumat pêwîste û ew prosês gerekê lez bê kirinê.







