H’emû nûçeSereke

Heger pêwandîyên rîya bêne vekirinê, cîguhastina bara wê li ser hîmê qanûndarîya Ermenîstanê û Adirbêcanê û qayîlnivîsarên navnetewî bêne mîyaserkirinê:Zaxarova

Heger li Qafqasîya Başûr rêyên transportê bêne vekirinê, cîguhastina bara wê li ser hîmê qayîlnivîsarên navnetewî û qanûndarîya Erenîstanê û Adirbêcanêye miletîyê bên mîyaserkirinê.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.

“Em piştgirîya mîyaserkirina pevketinên 9-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê çile sala 2O21-ê destanî dikin. Ew usa jî derheqa vekirina rêyên Qafqasîya Başûre êkonomîkî û transportêdanin. Bi vê yekêva tevayî koma xebatêye sêalî mijûl dibe. Nava vê yekêda em pêrspêktîvên baş dibînin, bi hesabhildana balansa berjewandîyên hemû alîya. Em wê yekê jî hesab hiltînin, wekî cîguhastina barên navnetewî wê li ser hîmê qayîlnivîsarên navnetewî û qanûndarîya Ermenîstanê û Adirbêcanê bêne mîyaserkirinê”,-Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button