SerekeSîyasî

Kurdistan li ser prosêsa navkirina wan mihacira dixebite, yên ku li La-Manşê niqoyî binê avê bûne: serokwezîr Barzanî

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî elam kirîye, wekî hukumat li ser prosêsa naskirina 27 mihacira dixebite, yên ku wextê cêribandina çûyîna li Brîtanîya Mezin, li La-Manşê niqoyî binê avê bûne.

“Ez bi kûrayî xemgînim girêdayî wefatbûna 27 mihacirên bêsûcra”,-Barzanî Twittere da nivîsîye.Ewî paşê daye dîyarkirinê, wekî nava wanda kurd jî hene û ew niha li ser wê prosêsê dixebitin, ku ew bêne naskirinê. Mesrûr Barzanî serxweşî daye malbetên wefatbûya.

“Ev yek  derheqa mîgrasîya neqanûnîda bîr tîne û derheqa wan xirabkarada dide dîyarkiriê, yên ku meriva berbi mirinê dişînin.Em gerekê bişuxulin, ku wana bidine sekinandinê”,- Mesrûr  Barzanî nivîsîye.

Em bêjin, wekî roja çarşemê hatibû elamkirinê, wekî 27 mihacir li nêzîkî kenarê Fransîyayê, wextê çûyîna berbi Brîtanîya Mezin, niqoyî  binê avê bûne û xeniqîne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button