SerekeSîyasî

Serokatîya Kurdistanê 7OO erze ji mihacirên ji Bêlarûsîyayê stendine, yên ku dixwezin paşda vegerin

Nêzîkî 7OO erzên bi rezedilî ji mihacirên ku li Bêlarûsîyayêne, hatine stendinê, bi kîjana ew berbirî hukumata Herêma Kurdistanê bûne. Derheqa wê yekêda berdevkê hukumata Herêma Kurdistanê Cûtîyar Adil elam kirîye.

“7OO mihacira navên xwe dane û dane dîyarkirinê, ku ew dixwezin paşda vegerine Kurdistanê”,- berdevkê hukumatê wextê prêss-konfêranêsê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hukumata Herêma Kurdistanê tevî hukumata Îraqê, welatên avropî û teşkîletên cuda-cuda nava hevkarîyêdane, bona ku pirsgirêkên mihacira helkin, yên ku di navbera sînorên Bêlarûsê û Polonîyayê mane.

Wextê civîna şêwira Kurdistanêye wezîra, pirsa mihacira jî hatîye gotûbêjkirinê.Dîsa teyare hatine hazirkirinê, wekî ji Mînskê komeke mihaciraye mayîn bînin Begdayê, yên ku dixwezin paşda vegerine malên xwe.18-ê mijdarê 43O mihacir bi teyara ewlin îdî vegerîyane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button