H’emû nûçeSereke

Dêmîrtaş, girêdayî krîzeya lîrayêra, bangî opozîsîyayê kirîye, ku ew banga derheqa dûrketina AKP-ê bikin

Salhedîn Dêmîrtaşê sîyasetmedar bangî lîrêdên opozîsîya Tirkîyayê kirîye, ku ew tevayî banga derheqa dûrketina partîya Tirkîyayêye desthilatdar bikin, çimkî rûyê sîyasîya wanda perên Tirkîyayê bêqîmet bûne.Ewî usa jî bangî partîyayên opozîsîyon kirîye ku li hevt herêmên Tirkîyayêye cêografî hevt mîtînga bidine derbazkirinê.

Em bêjin, wekî hilbijartinên li Tirkîyayêye bi sirê, wê hezîrana sala 2O23-a derbazbin.Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan careke mayîn bangên partîyayên opozîsîyon înkar kir, anegorî kîjana dihate bangkirinê ku hilbijartinên ji wede zûtir derbazkin.

Perê Tirkîyayê sala 2O21-ê da bi 45 selefîva qîmetê xwe êxistîye.Girêdayî vê yekêra, vê krîzeya êkonomîkîra, li Tirkîyayê hevtîya derbazbûyî meşên şikyatkirinê destpê bibûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button