H’emû nûçeSereke

Îraq hewca piştgirtina rêformaye, lê ne ku piştgirîya fînansî: Barzanîyê serokwezîr

Îraq hewca wê yekêye, ku Yekîtîya Avropayê û Almanîya piştgirîya wededirêj bona derbazkirina rêforma û şerkarîya dijî ruşetxwerinê bikin, lê ne ku alîkarîya fînansî bidin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotîye.

Serokwezîrê kurd derheqa vê yekêda nava doranên civîna li Manamê, wextê hevpeyvînê, gotîye.

Barzanîyê serokwezîr girêdayî bûyarên sîyasîra, yên piştî hilbijartinên Îraqêra, nerihetîya xwe daye kifşê, çimkî partîyayên şihîya dîsa encamên hilbijartina înkar dikin û bang dikin, ku careke mayîn byûlêtênên hilbijartina hesabkin.

Bi wê yekêva tevayî, rezedilvanên şihîya bang dikin ku eskerên amêrîkî ji Îraqê derkevin.

Serokwezîr bîr anîye, ku heger Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ji Îraqê here, wî çaxî ewê welêt cimetêra nehêlin, lê li wir welat û hêzên başqe wê hazirbin, yên ku qîmetîyên tomerî pareve nakin.

Derheqa krîzeya mîgrasîyone li ser sînorên Yekîtîya Avropayê, li kîderê bi hezara mihacirên kurd mane, Barzanîyê serokwezîr elam kirîye, wekî Hewlêr û Bexda dixwezin ku hevkarên avropî piştgirîya wededirêj bidine Îraqê û Herêma Kurdistanê, bona ku pêşerojêda krîzeyên wî cûreyî çê nebin. Ewî bang kirîye ku tevayî piştgirîyê bidine mihacira, yên ku li ser sînorê Bêlarûsîyayê û Polonîyayê mane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button