Hevdîtina sêalîye li Soçîyê, ya Paşînyan- Pûtîn- Elîyêve sêalî, Ermenîstanê çawa mecal da xebatê, ku pirsgirêkên xwe bîne ziman, yên ku nehatine helkirinê û yên ku piştî elametîya sêalî pêşda hatine.Derheqa wê yekêda sîyasîzan Êmîl Ordûxanyan gotîye “Radîyolûr”-ê. Bi gotina sîyasîzan, wextê hevdîtina li Soçîyê, nava gotinên sê alîyada firqî hebûn.
Heger Pûtîn û Elîyêv derheqa pirsên helkirîda digotin, alîyê ermenîya pirsên nehelkirî bilind kirîye û bi wê yekêva tevayî jî pirsgirêkek serda zêde bûye: Adirbêcanê hêzên xweye sîlihkirî kirîye têrîtorîya Ermenîstana serbixwe.
Sîyasîzan daye dîyarkirinê, wekî dokûmêntêda derheqa du pirsên girîngda, paşdaanîna dîlên leşkerî û derxstina hêzên azêrîaye ji têrîtorîya Ermenîstanê, nehatine dîyarkirinê. Ordûxanyan hêvîdare, wekî piştî hevdîtina li Bryûsêlê, ev hemû pirs wê bêne tomerîkirinê.