H’emû nûçeSereke

Progirama ji alîyê progiramîstên ermenîda hazirkirî li bankên Swîsêrê didine xebatê

Progirama ji alîyê progiramîstên ermenîda hazirkirî, ya ku îzinê dide, wextê peymanên onlayn û xebata onlayn sifetê bikirçî naske, li Swîsêrê îdî li çend banka û li torên kirîn- frotanê didine xebatê. Ew program him  bi têlefonê, him jî bi malperê dixebite, sifetê bikirçî kontrol dike û himberî wêneyê bikirçîye li ser kartê dike.

Wekîlê hevaltîya ermenî Mêsrop Pêtrosyan dide zelalkirinê, wekî bername bi xwe heger pêwîst dibe, hîvî dike ku ronahîyê  diha zêdekin, yan jî sifetê xwe nêzîkî kamêrayê bikin û tiştên mayîn.Ewî gotîye, wekî hetanî tiştên hûr jî hatine hesabhildanê, şekirina porê mêriv, sifetê kurkirî, yan jî nekurkirî.

Ev program dawîya meha cotmehê, wextê pêşengeha li Yêrêvanê derbazbûyî, hatîye raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button