H’emû nûçeSereke

Ji 1-ê meha çileda çûyîna li cîhên civakî wê tenê anegorî encamê têstê, yan jî sêrtêfîkasîya vaksînasîyayê bê îzindayînê

Li Ermenîstanê têra tê dîtinê ji 1-ê meha çileya sala 2O22-da, çûyîna li cîhên nanxwerina civakî, teşkîldarîyên çandî tenê anegorî encamê têsta nexweşîya koronavîrûsê yan jî heyîna sêrtêfîkata derheqa vaksînasîyayêda wê bê îzindayînê.Anegorî înformasîya Armênprêssê, derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê, Anahît Avanêsyanê gotîye.

Wezîrê daye dîyarkirinê, wekî raste ku diqewime hinek nerihetî pêşda bên, lê pirsên saxlemîya civakê diha girîngin û bi fikira wezîretê  pêwîste ku gavên wî cûreyî bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button