SerekeSîyasî

Li Hesekê dîsa li ser 5OO hezar merivî av dane birînê

Teşkîleta Sûrîyayêye mafparêz, ya ku li Brîtanîya Mezine, elam kirîye, wekî dayîna ava berbi bakûr-rojhilatê Sûrîyayê careke mayîn dane birînê.

Stansîya avê bin kontrola komên piştgirên Tirkîyayêdane.Hatîye ragîhandinê, wekî van koma  stûnên xetên ênêrgîya êlêktrîkîye nêzîkî  Serê Kanîyê dizîne.

Stansîya avêye Alûk avê dide nîv mîlîyon merivên li bajarê Hesekê û yên li nehîyên dor-bera.Hatîye ragîhandinê, wekî ew komên piştgirên Tirkîyayê îzin nedane komên Hesekêye çareserkirina êlêktrîkî, ku ew herine li wî gundî û xetên ênêrgîya êlêktrîkî çê bikin.

Ev stansîya sala 2O19-a kete bin kontrola Tirkîyayê û piştgirên wê.Ji wî çaxîda destpêkirî, ew kom, her dem, avê didine birînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button