SerekeSîyasî

Lîdêrê partîya fransî: “Minê bixwesta ku dewleta kurda hebûya”

Serokê Partîya Fransîyayêye “ Yekîtîya Dêmokrata û serbesta”, usa jî endamê parlamênta Fransîyayê , Jan Krîstov Lagard wextê hevpeyvina tevî Rudaw ê gotîye, wekî ewê bixwesta ku dewleta kurdaye serbixwe hebûya. Lagard projeya rêzolûsîya derheqa naskirina komkujîya kurda, ya ku hêna desthilatdarîya Sedem Husêynda li başûrê Kurdistanê hatîye kirinê, raberî parlamênta Fransîyayê kirîye.Ewî bangî civaka navnetewî kirîye, wekî rola girîng nava sekinandina vê praktîkayêda bilîzin, ya ku niha hindava kurdada tê kirinê.

“Minê bixwesta ku dewleta kurda hebûya, lê ez nafikirim, wekî rêfêrêndûm fikireke başbû”,-endamê parlamênta Fransîyayê gotîye.

“ Roja îroyîn li ser kurda barekî mezine.Ew malbetên DAÎŞ-ê xweyî dikin, ew mihacirên ji Sûrîyayê li Herêma Kurdistanê qebûl dikin, lê alîkarîya anegor  nadine wan û ez hesab dikim, wekî alîkarî gerekê raste- rast bighîje kurda, çimkî hukumata Îraqê wê mecalê dide girtinê”,- parlamêntvan gotîye.

Bi xeberdana derheqa halê li Kurdistana Rojavayê û ji alîyê tirkada okûpasîyakirina nehîyên kurda, Lagard gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê gerekê sanksîyayên êkonomîkî hindava Tirkîyayêda pêşda bikişîne, bona ku serokê Tirkîyayê mecbûrkin, ku ew sîyasîya dijî kurda bide guhartinê.Ewî serda zêde kirîye, wekî hukumata Fransîyayê anegorî wê yekê kar nake, çawa ku sîyasîya tirkaye hindava kurdadaye, lê parlamênta Avropayê dikare wê yekê bike.

Parlamêntvanê Fransîyayê usa jî sîyasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye hindava kurdada rexne kirîye û gotîye, wekî Amêrîkayê ne tenê kurd tenê hiştin, lê serbara serda jî îzin da ku eskerê tirka dijî kurda derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button