H’emû nûçeSereke
Pêrspêktîvên helkirinên dîplomatî, Yekîtîya Avropayê wê li rex we bisekine: cîgirê serokê parlamênta Avropayê
Helkirina pirsgirêkên têrîtorîyal, yên ku zyan dane cimeta we, wê sebirê û wede bixweze: pêrspêktîvên helkirinên dîplomatîye açix hene û Yekîtîya Avropayê wê li rex we bisekine, piştgirîya xwe pêşnîyarke, bona ku pirsgirêk bê helkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê civîna komîsîyayên Data Ermenî, cîgirê serokê parlamênta Avropayê Fabîo Masîmo Kastaldo gotîye.
Ewî hîmlî daye dîyarkirinê: “Em gerekê wî hemû tiştî hesab hildin, çi ku Ermenîstanê piştî serbestîyê dest anîye.Gumanbin, wekî dengê dîyasporayên ermenîye li Avropayê û li temamîya dinîyayê em dibhên, em nikarin teribandinên mafên mêriv qebûlkin.Em îdî nikarin wê yekê qebûlkin, wekî qewat û hêza leşkerî dikarin hindav qanûnê û dêmokratîyayêda ser bikevin”.