H’emû nûçeSereke

Teribandinên mafên ermenîyaye ji alîyê Adirbêcanêda bi cûrê koordînasîyakirîye: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Piştî hevdîtina 26-ê mijdarê ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, Elîyêv kuştinên binelîyên Arsaxêye edil û usa jî yên qulixçîyên leşkerî çawa bûyarên cuda hesab kirîye.Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan  elametî belav kirîye.

Nava elametîya wîda hatîye gotinê, wekî ev elametîya serokê Adirbêcanê cêribandina veşartina pêpeskirina mafên ermenîyaye.Piştî agirbestê, cêrge bûyarên wî cûreyî qewimîne û kuştina wan meriva bi zanebûn hatine kirinê.Gêgam Stêpanyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî ev hemû tiştên ku dijî ermenîya tên kirinê, yên koordînasîyakirîne, yên ku ji alîyê hêzên Adirbêcanêda tên mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button