H’emû nûçeSereke
Tûrîzma hemcîhanî wê ji sala 2O23-a zûtir neyê dasekinandinê:Organîzeya Netewên Yekbûyî
Sêkrêtarê sereke, yê organîzeya tûrîzma hemdinîyayî, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, Zûrab Pololîkaşvîlî difikire, wekî tûrîzma hemcîhanî dikare paşda vegere, lê ewê ji sala 2O23-a zûtir nîbe. Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê elam kirîye.
Bi fikira pêşezana, aktîvîya sefera îdî nîveka sala 2O22-ye duemda dikare bibe.
Pololîkaşvîlî daye dîyarkirinê, wekî tûrîzma navnetewî li temamîya dinîyayê mîlîyardek tûrîst unda kirîye û gihîştîye dereca 3O sal pêşda.