SerekeSîyasî

Almanîyayê bona komkujîya êzdîya, ceza girtina hetanî dawîya jîyana wî daye cîhadîstê îraqî

Mehkema Frankfûrtê, bona komkujîya dijî êzdîya, qirara derheqa girtina hetanî dawîya jîyanê daye endamê koma DAÎŞ-yî ji Îraqê.

Taha Al Cûmaylî hatîye gunehkarkirinê, çimkî ew tevî cêrge xirabkarîya bûye.Wextê prosêsa mehkemê ew xeriqîye, dema ku qirara mehkemê hatîye xwendinê.

Nîveka sala 2O14-a DAÎŞ-ê êrîş bire ser nehîya êzdîyaye Şengalê, wextê kîjanê bi seda meriv hatine kuştinê û ji  6OOO  zêdetir jî hatine revandinê.

Li mehkemê îzbat kirine, wekî Al Cûmaylî û jina wîye berê, ya ku esilê xweda amlan bû, jineke êzdî û zarokek çawa “xulam” kirîne, wextê ku ew li Mûsila okûpasîyakirî diman. Sala 2O15-a vî merivî zaroka pênc salî  girêdaye û bin tevêda hiştîye.Nava encamê wê yekêda zaroka pênc salî wefat bûye.Jina wîye berê jî meha cotmehê cezayê girtina deh sala stendîye.

Şedetîyên derheqa wê yekêda dayîka wê zarokê li Myûnxênê û Frankfûrtê dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button