H’emû nûçeSereke

Mehkema Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya navnetewî, wê 7-ê kanûnê qirara derheqa erza Ermenîstanêye dijî Adirbêcanê belav bike

Mehkema  Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya navnetewî, wê 7-ê kanûnê qirara derheqa erza Ermenîstanêye dijî Adirbêcanê belav bike.Derheqa wê yekêda malpera organîzeyêda hatîye gotinê.Hema wê rojê jî qirara derheqa erza Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê wê bê belavkirinê.

Nava erza xweda, Ermenîstan dewê dike, ku mehkeme lez dîlên ermenî û merivên sîvîl aza berde, yên ku  sala 2O2O-î, ji meha îlonê hetanî meha mijdarê, wextê pevçûyînên sîlihkirî dîl ketine. Adirbêcan gerekê ji propaganda dijî ermenîya paşda bisekine û parka li Bekûyê vekirî bide girtinê.Bekû gerekê  mecala bide xebatê, bona parastina heykelên çandî û ruhanî. Bekûyê jî sirîya xweda erze raber kirîye ku giva Ermenîstanê dijî azêrîya cêrge gav dijî heyîna wane miletîyê û etnîkî avîtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button