SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr gotîye wekîlê Rûsîyayê, wekî helkirina pirsa kurdên Sûrîyayê gerekê xwestina kolêktîv bide kifşê

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der û wekîlê serokê Rûsîyayêyî alîyê pirsên Rohilata Navîn û welatên Afrîkayê, Mîxayîl Bogdanov qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê, serokwezîr gotîye wekîlê Rûsîyayê wekî helkirina pirsgirêka kurdên Sûrîyayê gerekê xwestina kolêktîv bide kifşê.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hemû partîyayên kurdaye li Sûrîyayê gerekê bêne raberkirinê.

Bi wê yekêva tevayî serokwezîr Barzanî derheqa hazirîya Herêma Kurdistanêda, ya bona qewînkirina heleqetîyên tevî Rûsîyayê elam kirîye.

Cîgirê  wezîrê Rûsîyayêyî karên der silavên serokatîya Rûsîyayê gîhandine serokwezîr û derheqa rola lîdêrê kurd Mesûd Barzanîda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya wî çawa lîdêrê kurdayî miletîyê nas dike.

Lîdêrê kurd û serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî jî wekîlê serokê Rûsîyayêyî alîy pirsên Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mîxayîl Bogdanov qebûl kirîye.

Bogdanov silavên serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û wezîrê karên der Sêrgêy Lavrov gîhandine Mesûd Barzanî. Bogdanov derheqa rola herêma Kurdistanêye nava dasekinandina qewînbûna Îraqêda xeberdaye.Xeberdan usa jî derheqa bûyarên sîyasîye li Îraqê, hilbijartinên parlamêntîyêda jî çûye.

Mesûd Barzanî û Mîxayîl Bogdanov derheqa qezîya têrorîzmêye li  herêmê xeberdane û wê yekêra qayîl bûne,wekî gerekê menîyên têrorîzmê bêne tunekirinê.

Derheqa bûyarên sîyasîye li Sûrîyayê jî hatîye dîyarkirinê. Mesûd Barzanî girêdayî pêşeroja kurdên Sûrîyayêra, nerihetîya xwe elam kirîye.

Wekîlê serokê Rûsîyayê serda zêde kirîye, wekî pêwandîyên dîrokîye di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsîyayêda yên dostîyê bûne û daye dîyarkirinê, wekî Moskva hazire heleqetîyên dostîyêye tevî Hewlêrê bide qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button