H’emû nûçeSereke
Wekîlê Yekîtîya Avropayê:Yekîtîya Avropayê tevî Rûsîyayê dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gotûbêj dike

Yekîtîya Avropayê tevî Rûsîyayê dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gotûbêj dike.Derheqa wê yekêda, li komîsîya parlamênta Avropayêye pêwandîyên der, serokê qulixdarîya sîyasîya Yekîtîya Avropayêye der Lyûk Dêvîn gotîye.
“Ez hêvîdarim, wekî alîyê rûsa dikare wê yekê îzbatke, wekî em anegorî berjewandîyên aşîtîyê wê yekê dikin, lê ne ku bi sedema başqe”,-ewî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî Bryûsêl vê dew û dozê tevî Enqerê gotûbêj dike.