
Xebatkarê cesûsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî berê Sêm Fadîs, yê ku sala 2OO2-a serkarîya hazirkirina ruxwandina rêjîma dîktatorê îraqî Sedem Huseyn kirîye û kitêba derheqa xebata li Kurdistanê nivîsîye, gotîye, wekî bêyî piştgirîya kurda, wegerandina rêjîma Sedem tiştê bûyînê nîbû.
Ev koma amêrîkîya gihîşte encamên ecêb, lê bi fikira min, bêyî piştgirîya partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê û pêşmerga, wê ew yek nebûya”,- Fadîs gotîye têlêvîzîyona Kurdistan 24-ê. Fadîs dibêje, wekî ew hetanî niha pêwandîyên tevî Mesrûr Barzanî xweyî dike, nenihêrî wê yekê, wekî ewî çend sala îdî ew nedîtîye. Ew hêvîdare,wekî rojekê ewê li Herêma Kurdistanê biqeside.