Piştî cêrge êrîşên komên DAÎŞ-ê hêzên pêşmergaye li Herêma Kurdistanê gerekê ji gavên xweparastinê derbazî êrîşkirina bibin. Derheqa wê yekêda lîdêrê kurd û serokê partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk Mesûd Barzanî gotîye.
Barzanî bi elametîya fermîva pêşda hatîye, nava kîjanêda êrîşên DAÎŞ-ê gunehkar kirîye, nava kîjanada pêşmerge şihîd ketine û birîndar bûne.
“Girêdayî zêdebûna êrîşên DAÎŞ-ra, hêzên Kurdistanêye pêşmerga gerekê ji taktîka xweparastinê derbazî ya êrîşkirinê bibin, bona ku têrorîsta cezakin û tune bikin”,- Mesûd Barzanî gotîye.
Lîdêrê kurd usa jî serxweşî daye malbetên şihîda û birîndarara jî qencbûna lez xwestîye.