H’emû nûçeSereke
Ermenîstan ji zona rîska gelekî bilind, ya girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra, derbazî zona bilind bûye
Anegorî qirara wezîreta Nîdêrlandaye saxlemîxweykirinê, nava qanûnên seferên ji Ermenîstanê berbi Nîdêrlanda guhartin hatine kirinê. Derheqa wê yekêda baylozxana Ermenîstanêye li Nîdêrlanda elam kirîye.
Anegorî qirara nû, Ermenîstan nava beşa wezîreta Nîdêrlandaye karên derda, ya “şêwirên seferêda”, ji zona rengê oranjê derbazî zona welatên zer dibe.
Rêwîyên ku ji Ermenîstanê diçine Nîdêrlanda wê ji karantîna borcdarkirî azabin û tenê encamên analîza yan jî nasnama derheqa vaksînasîyakirinêda bona ketina welêt besbin.