HDP bangî hukumata Kurdistanê û hukumata Îraqê kirîye, ku gavên anegor hindava van êrîşên DAÎŞ-ê bên avîtinê, yên ku DAÎŞ-ê li başûrê Kurdistanê destpê kirine.
“Tevbûyên êrîşên li Îraqê, bi taybetî, yên li bajarê Maxmûrê, Kirkûkê û Şengalê, qezîya bona cimeta herêmêye sîvîl pêşda anîye.Em dîna xwe didine van bûyara”,- nava elametîya HDP-ê da hatîye gotinê.
Em hîvîyêne, wekî hêzên Îraqê û usa jî pêşmerge wê gavên anegor biavêjin, bona ku binelîyên sîvîl ji êrîşên DAÎŞ-ê biparêzin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.