H’emû nûçeSereke

Vekirina rêyên herêmê û kifşkirina sînora pirsên cudane: cîgirê serokwezîr

Vekirina rêyên transportêye li herêmê, kifşkirina sînorên di navbera  Ermenîstanê û Adirbêcanêva girêdayî nîne. Derheqa wê yekêda, cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan gotîye TASS-ê.

“Em dîna xwe didine elametîya serokên hersê welataye li Soçîyê, anegorî kîjanê pevketin hatîye destanînê, ku gavên anegor bona bilindkirina dereca qewînbûna li ser sînorê ermenîya-azêrîya û usa jî dereca bêqezîyabûnê bêne avîtinê. Nava wê pevketinêda usa jî hatîye gotinê, ku gerekê xebat bona dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bê mîyaserkirinê. Feqet, ev pirs vekirina rêyên herêmêva girêdayî nîne”,-cîgirê serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button