H’emû nûçeSereke

Aşîtîparêzên rûs wê karê paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî bighînine dawîyê: Mûradov

Aşîtîparêzên rûs wê  karê paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî bighînine dawîyê.Derheqa wê yekêda cîgirê fermandarê okrûga Rûsîyayêye leşkerîye başûr Rûstam Mûradov gotîye ajansa TASS-ê.

«Hemû qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî hatine paşdavegerandinê, lê xebatên bona paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî berdewam dibin. Bi fkira min vê pirsê gerekê bi temamî bigrin. Aşîtîparêzên rûs wê wî karî bighînine dawîyê»,-Mûradov gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew xebata girêdayî paşdavegerandina dîlara çawa borcê aşîtîparêzayî sîvîl hesab dike.

«Çawa qulixçîyê leşkerî, ez fem dikim ku dîlên leşkerî kîne û wana nava dîltîyêda çi ser xwe texmîn kirîye. Çûyîna mine ewlin tê bîra min, wextê ku em paşda vedigerîyan, min li firegeha «Êrêbûnîyê» sifetên qulixçîyên leşkerî dîtin. Wana bawar nedikir ku paşda vegerîyane malê»,- Mûradov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button