SerekeSîyasî

Hêzên îraqî û pêşmerga 14 tabîyên DAÎŞ-ê nava doranên opêrasîyona tevayîda tune kirine: wezîret

Hêzên hukumata Îraqêye  Fêdêral û Herêma Kurdistanê elam kirine, wekî tevayî 14 tabîyên DAÎŞ-ê li ser têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî tune kirine. Opêrasîyona tevayî hê berdewam dibe.

Pareskerên îraqî û pêşmergên kurda ji roja çarşemêda li nehîya Germîyanê opêrasîyon dijî DAÎŞ-ê destpê kirine.

“Meremê wan opêrasîyonên tevayî  ewe ku qezîyayên ji alîyê DAÎŞ-ê da bidine teribandinê û wana cîhda bidine tunekirinê”,- nava elametîya wezîreta pêşmergada hatîye gotinê.

Hema wê rojê jî, li Hewlêrê, serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî rastî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatîye, bona ku opêrasîyonên tevayî gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button