SerekeSîyasî

Şêwira bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, êrîşên DAÎŞ-ê, yên li Basirayê û Maxmûrê, gunehkar kirîye

Şêwira bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, êrîşên DAÎŞ-ê, yên li Basirayê û Maxmûrê, gunehkar kirîye, nava encamên kîjanada çend binelîyên sîvîl hatine kuştinê.

Nava encamê êrîşa li Basirayê çar meriv hatine kuştinê û 2O jî birîndar bûne. Feqet, DAÎŞ-ê cabdarîya wê êrîşê hê hilnedaye ser xwe.

Êrîşeke mayîn jî li nêzîkî Maxmûrê  hatîye mîyaserkirinê, rûyê çida 13 meriv hatine kuştinê.

Endamên şêwira bêqezîyabûnê xemgînîya xwe dane dîyarkirinê û serxweşî dane malbetên kuştîya û hukumata Îraqê”,- nava elametîya organîzeyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button