Ermenîstan li ser wê tabîyêye ku wê alî qewînbûna mîsîya hemcîhanîye dêmokratîyayê bike: serokwezîrê Ermenîstanê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr tevî hemcivîna “Boy dêmokratîyayê” bûye, ya ku bi înîsîyatîya serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên, onlanyn, derbaz bûye. Paşînyan bi axaftin pêşda hatîye.
Serokwezîr bi taybetî gotîye:
“Birêz Baydênê serok,
Birêzên hazir,
Îro bona min qedire, ku ez wextê civîna dêmokratîyayê Komara Ermenîstanê raber dikim. Welatîyên Ermenîstanê qîmetê serkarîkirina cimetê nimiz nakin. Me bona wê yekê nava dîroka nûda şerkarî kirîye. Sala 1991-ê me dengê xwe da serbestîyê, me sîstêma pirpartîyatîyê û dorana mafên sîyasî da sekinandinê, ya ku gerekê welatîya bide qewatkirinê. Nava sê salên dawîda ermenîya du cara dengê xwe daye dêmokratîyayê. Cara ewlin ew sala 2O18-a bû, dema ku şorişa edil derbaz bû û peyîra hilbijartinên aza hatine teşkîlkirinê.Ya duem sala 2O21-ê bû, piştî şerê wêrankir. Ermenî careke mayîn çûne hilbijartina, bona ku em paşda venegerine li ser rêyên berê. Bi rastî, dêmokratîya xebata her demîye, ya ku dişuxule.
Em li ser wê tabîyêne, ku li Ermenîstanê dêmokratîya qewîn bibe. Em têra dibînin werguhastinên serkarîkirinê mîyaser bikin, yên ku wê nava doranên li welatên der jî bên kirinê. Hetanî sala 2O26-a em dixwezin bighîjine werguhastinên baş, bi taybetî girêdayî êkonomîkayêra.
Em têra dibînin ku şerkarîya dijî guhartina kilîmayê çawa stûna serkarîkirina dêmokratîke.
Nava xebata qewînkirina dêmokrtîyayêda, em rastî gelek dijwarîya tên. Bona me qezîya here mezin ya dijî bêqezîyabûna meye. Pirseke girînge mayîn jî şerkaîya bona dêmokratîyayêye. Li wir pirsgirêk wî çaxî pêşda tê, wextê ku ji sînora der qezîya tê kifşê. Heger em dixwezin temamîya dêmokratîyayê bidine dasekinandinê, em gerekê qewatên xwe bikin yek, bona ku li ber pirsgirêkên wî cûreyî ber xwe bidin. Ermenîstan li ser wê tabîyêye, ku piştgirîyê bide mîsîya hemcîhanîye bona qewînkirina dêmokrtîyayê û em hêvîdarin ku em tenê nînin”.
Wextê civîna duroje ji 2OO-î zêdetir serok û wekîlên welata hazir bûne. Destpêbûna civînêda Co Baydên xeberdaye, peyî kîjanêra gotûbêjkirinên cuda-cuda destpê bûne.
Tevî civînê bûne usa jî teşkîletên civakî, wekîlên beşa şexsî.