Formata “3+3” gerekê ji dubarebûna şuxulkarîya formatên mayîn dûr bimîne
Dehê kanûnê, bi teglîfkirina wezîreta Rûsîyayêye karên der, li Moskvayê hevdîtina ewlin, ya bona sazkirina dika şêwirdarîyêye herêmî, derbaz bûye, tevî kîjanê bûne cîgirên wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê, Îranê , Adirbêcanê, Tirkîyayê.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
“Wextê hevdîtinê pirsên derheqa govekên êkonomîkî, transportê, çandê û hûmanîtarî hatine gotûbêjkirinê, nava kîjanada dikarin hevkarîyê bikin.
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahê Gêvorgyan careke mayîn tabîya ermenî îzbat kirîye, bi kîjanê hatîye dîyarkirinê, wekî rojeva dika şêwirdarîyê gerekê bona hevkarîya herêmî kardarbe, û gerekê ji dikên navnetewîye mayîn dûr bimînin, nava wanda usa jî ji formatên usa, şuxulkarîyên kîjana dikarin bên dubarekirinê.
Pevketin hatîye destanînê ku şêwirdarîya berdewam bikin, li ser hîmê qedirgirina mafên hemû welata”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.