SerekeSîyasî

Nava êtapa dîyaloga Îraqê û ŞAY-da wezîreta pêşmerga derheqa çareserkirina hêzên xweda daye dîyarkirinê

Êtapa bi sirê, ya dîyaloga di navbera Îraqê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, derbaz bûye û wezîreta pêşmerga elam kirîye, wekî pêwîste ku  hewcetîyên hêzên pêşmerga bêne çareserkirinê.

Nava elametîya belavkirîda hatîye gotinê, wekî fermandarê hêzên Îraqêye yekbûyî raporta xweye derheqa hewcetîyên hêzên îraqîda û pêwandîyên stratêcîye tevî koalîsîyona navnetewîda daye dîyarkirinê.

Gênêralê kurd  Xezer Omer jî sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku  hêzên îraqî û koalîsîyonê hewcetîyên pêşmerga bidine çareserkirinê, bi taybetî mecalên dîtina şevê û dironên anegor. Nava raporta xweda gênêral usa jî daye dîyarkirnê ku du pareskerên pêşmerga û eskerê Îraqê gerekê bêne sazkirinê û ew esker bi têknîkî bêne çareserkirinê.

Dawîya hevdîtinê hatîye qirarkirinê,  wekî hevdîtinên wî cûreyî gerekê bêne berdewamkirinê û hevdîtina mayîn wê li Hewlêrê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button