H’emû nûçeSereke

“Yekîtîya Adirbêcanêye azaya girtîyên sîyasî” navnîşa girtîyên sîyasîye nû belav kirîye

“Yekîtîya Adirbêcanêye azaya girtîyên sîyasî” navnîşa girtîyên sîyasîye nû belav kirîye, anegorî kîjanê hejmara girtîyên sîyasîye li Adirbêcanê dighîje 122 merivî.

Derheqa wê yekêda Armênprêssê, li ser hîmê înformasîya ajansa “Tûran”-ê, ragîhandîye.

Navnîşa belavkirî ji şeş komaye.

“Rojnamevan û blogêr” pênc merivin, “Endamên partîyayên opozîsîyon û heja” heyşt merivin, “Bawarmend” 21 merivin, “Merivên bi îşê Tartarê” 27 merivin, “Yên bi îşê Genceyê” 47 merivin, “Yên heta-hetayê girtî” 14 merivin.

Navnîşa pêşda, ya ku 1-ê îlonê belav bibû, dîsa ji 122 merivî bû, lê peyî wê yekêra blogêr Êlçîn Hesenzadê û Îbrahîm Tûrksoy  aza hatine berdanê û paşê merivên nû hatine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button