
Dîroka “Yekîtîya jinên Kurdistanê” gelekî girîng û bi hurmete. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wextê pîrozbahîya xweye bona 69 salîya organîzeyê, gotîye.
Serokwezîr rola Yekîtîyêye nava perwarda jinên kurd û parastina mafên wanda bilind qîmet kirîye.
Ewî organîze çawa destanîneke girînge nava şerkarîya kurda nav kirîye. Mesrûr Barzanî sêkrêtara Yekîtîyê, endamên wê û usa jî hemû jinên Herêma Kurdistanê, pîroz kirîye û bona wan açixî xwestine.
“Ez hêvîdarim wekî ewê xebata xweye teşkîldarîyê û şerkarîya xweye bona parastina mafên jina, usa jî ya li ser pirsgirêkên miletîyê, berdewam bikin”,- serokwezîr gotîye.