
Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî patrîyarxê dêra katolîke Keldanî Lûîs Rafayêl Sako qebûl kirîye.
Nava elametîya ofîsa lîdêrê kurdda hatîye gotinê: “Alîya fikirên derheqa halê sîyasî û bûyarên van axirîyaye li Îraqê, pevguhartine. Patrîyarxê dêra Keldanîye li Îraqê bangî Barzanîyê lîdêr kirîye, ku rola xwe nava yekbûna partîyayên îraqîda û xebata li ser qewînbûna li Îraqê bide xebatê”.
Wextê hevdîtinê usa jî wekîlê dêra Keldanîye li Hewlêrê Başar Varda hazir bûye. Xeberdan usa jî derheqa halê mesîhîyên li Îraqê û Kurdistanê, qewînirina pêwandîyên biratîyêye di navbera cimeta li Kurdistanê, çûye.







