H’emû nûçeSereke

Portûgalîyayê 4O OOO doza vaksîna “Pfizer” bide Ermenîstanê

Nava dorana bernama piştgirîya Yekîtîya Avropayêda, Portûgalîyayê 4O OOO doza vaksîna “Pfizer” bide Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda prêssa portûgalî elam kirîye.

Anegorî wê elametîyê hatîye gotinê, wekî bernama pevguhartina vaksîna destpê bûye. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayêyî pirsên cînartîyê û berfirehbûnê  Olîvêr Varhê gotîye.

Byûcêya bernamê 35 mîlîyon yûroye.Yektîya Avropayê hemû xerc hildane ser xwe, ji kirîna vaksînayê destpêkirî hetanî gîhandina cîhê qirarkirî.

Bi gotina wekîlê Avropayê, ev yek, pêşîya civîna hevkarîya Rojhilatê, bangeke girînge, ya ku wê 15-ê kanûnê li Bryûsêlê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button