ÇandSereke

Gelo qirara mehkema Avropayêye Mafên Mêriv wê kevirxaçên ermenî ji êrîşên ûdîya û azêrîya biparêze?

Rêberê ûdîyayî ruhanî Robêrt Mobîlî gelek cara elam dike, wekî kevirxaçên Hadrûtê û nimûnên kevirxaçaye mayîn yên ermenî nînin. Ew bi nivîsarên cuda-cuda têza propaganda azêrîya belav dike û dibêje, wekî ew kevirxaç yên afganane. Bi fikira pêşezan Argam Ayvazyan ew yek dijî zanistîyêye.Miqalên derheqa wê yekêda Adirbêcan zûva belav dike.

Li mehkema edaletêye navnetewî Ermenîstanêra li hev hatîye dijî Adirbêcanê erzê raberke, kîjanêda derheqa wêrankirin û xirabkirina qîmetîyên çandîye li Arsaxê hatîye gotinê.Wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye Mafên Mêriv Yêgîşê Kîrakosyan gotîye, wekî mehkemê Adirbêcan borcdar kirîye ku bona parastina wan nimûnên çandî gavên anegor bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button