H’emû nûçeSereke

Li Bryûsêlê qisa serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Şêwira Avropayê derbaz bûye

Nîkol Paşînyanê  serokwezîr, yê ku bi seredana xebatêva li Bryûsêlêye, rastî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl hatîye.

Serokwezîr bona cedandinên bo helkirina pirsgirêkên rûyê şerê 44 rojeda pêşdahatî, razalixî elamî elamî Şarl Mîşêl kirîye.

Tevbûyên rasthatinê derheqa hevdîtina sêalîda, ya Nîkol Paşînyanê serokwezîr, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, xeberdane. Alîya bi hêvîdarî dane dîyarkirinê,wekî hevdîtinê  alî qewînbûnê û helkirina pirsgirêka bike.

Xeberdan usa jî derheqa werguhastinên li Ermenîstanê, yên nava sê salên dawîda, çûye. Vî alîda serokê Şêwira Avropayê daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê hazire hevkarîya tevî hukumata Ermenîstanê bide kûrkirinê û berfirehkirinê.

Serokwezîrê Ermenîstanê û Şarl Mîşêl usa jî derheqa bûyarên li Qafqasîya Başûrda xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button