H’emû nûçeSereke

Bona dîyarkirina sînora Yekîtîya Avropayê wê mîsîya pêşezanîyê, bi meremê piştgirîyê û şêwirdarîyê bişîne

Elîyêvê serok û Paşînyanê serokwezîr li ser wê fikirê bûne, wekî nava hemtêksta hevraxeberdanên bona dîyarkirina sînorên di navbera herdu welatada, wê pêwîstbe gavên praktîk bêne avîtinê. Bona milahîmkirina hal jî gerekê gavên anegor bêne avîtinê.Derheqa wê  yekêda, piştî hevdîtina sêalî, ya Paşînyan, Mîşêl û Elîyêv, nava elametîya Şarl Mîşêlda hatîye gotinê.

Elametîyêda hîmlî hatîye gotinê:

“Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan qebûl kirine, bona ku halê li Qafqasîya Başûr û rêyên pêşxistina heleqetîyên di navbera herdu welatada gotûbêj bikin.

Mîşêlê serok ew rêber dane bawarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê li ser tabîya xweye ku bi meremê gihîştina aşîtîyê û qewînbûnê piştgirîyê bidine sazkirina atmosifêra aminayê û bighîjine qayîlnivîsara derheqa aşîtîyêda. Meremê hemûya jî ewe, ku Qafqasîya gulvedayî û qewîn çêkin, boy hemû cimetên herêmê.

Herdu alîya jî îzbat kirine, wekî nava doranên elametîyên 9-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê çileya sala 2O21- ê da qedirê borcdarîya bêne girtinê û pevketinên 26-ê mijdara li Soçîyê çawa hîm qebûlkin.Mîşêlê serok gavên rêberên herdu welata bilind qîmet kirîye.

Herdu rêbera heleqetîyên hevkarîyêye kirîn-frotanê gotûbêj kirine.Ew li ser wê fikirê bûne, wekî pêşerojêda gavên pêwîst wê bêne avîtinê, ku halê sertbûyî bidine milahîmkirinê.Bona piştgirîya pirsên girêdayî dîyarkirina sînorara, Yekîtîya Avropayê wê koma şêwirdayînê hazirke ku piştgirîya têknîkî bidine herdu welata.

Rêber pevketine ku encamên hevdîtinê hesab hildin û hevkarîyê berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button