H’emû nûçeSereke
Bûyarên teribandina mafên mêrive hindava dîlên ermenîda raberî sêkrêtara Şêwira Avropayêye sereke kirine
Wezîre edaletê Karên Andrêasyan li Îtalîyayê rastî sêkrêtara Şêwira Avropayêye sereke Marîya Pêyçînovîç Bûrîçê hatîye.
Wezîr bi cûrê kurt derheqa bûyarên teribandinên mafên navnetewîyî hûmanîtarî, yên hindava dîlên ermenîye li Adirbêcanê raber kirine. Karên Andrêasyan hîvî ji sêkrêtara Şêwira Avropayê kirîye ku nava doranên Şêwira Avropayêda hemû sîstêma bidine xebatê, ku dîlên ermenî paşda vegerînine Ermenîstanê.
Nava doranên hemcivînêda wezîr usa jî rastî hevalkarên xweye ji welatên endamên Şêwira Avropayê hatîye.
Em bêjin, wekî wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Karên Andrêasyan li bajarê Îtalîyayêyî Vênêtîkê tevî civîna wezîrên welatên Şêwira Avropayêye edaletê bûye.