
Serokê serwêrtîya Kurdistanêye învêstîsîyon Mehmed Şukurî elam kirîye, wekî li Hewlêrê wê merkeza kirîn- firotanê, ya li Rojhilata Navîne here mezin, bê vekirinê.
Ewî gotîye Kurdistan TV-ê wekî projeya învêstîsîyone girîng hatîye qebûlkirinê, bahê kîjdanê dighîje du mîlîyard dolara.
Şukurî daye dîyarkirinê, wekî nava rojên nêzîkda projeya tûrîzmê, ya avayên jîyînê û ya kirîn-frotanê wê destpêbe, nava kîjanêda jî hema merkeza kirîn- frotanêye mezin wê cîhê xwe bigre.Ewî gotîye, wekî çêkirina wê merkezê wê merkeza guhdarîya tûrîstên ji Îraqê û ji welatên mayînbe. Hîvîyêne wekî piştî xilazkirina vê projeyê nêzîkî 12O OOO cîhên xebatê wê vebin.