H’emû nûçeSereke

Xirabkarîyên leşkerî nava encamên ruşetxwerinêda li dikên navnetewî tên veşartinê: Artûr Davtyan

Serokê mehkema Ermenîstanêye sereke Artûr Davtyan, wextê civîna li Şarm Êl Şêyxê derbazbûyî, ya welatên endamên konvênsîya Organîzeya Netewên Yekbûîye şerkarîya  dijî ruşetxwerinê, bi axaftin pêşda hatîye.

Hatîye ragîhandinê, wekî Artûr Davtyan nava axaftina xweda gotîye, wekî şerkarîya dijî ruşetxwerinê li Ermenîstanê bi cûrê stratêcî tê mîyaserkirinê, pirseke kîjanêye hîmlî jî sazkirina modêla nûye. Nava hemtêksta îzinnedayîna ruşetxwerinê, Artûr Davtyn bi hûrgilî derheqa wê yekêda raber kirîye.

Bi vê yekêva tevayî, Artûr Davtyan derheqa qewînkirina dêmokratîyayêda, pêşkeftina welata, pêwîstîya şerkarîya dijî hukumê ku li ser bêqezîyabûna herêmê tê kirinê, û derheqa deranîna ruşetxwerinêye li ser dikên heleqetîyên navnetewî, xeberdaye.

Serokê mehkemê daye dîyarkirinê, wekî nava pirsa kûrkirina hevkarîya navnetewîye bona şerkarîya dijî ruşetxwerinê, mehkema Ermenîstanê bi temamî hazire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button