Li Bryûsêlê qirara derheqa çêkirina rîya hesinîda hatîye îzbatkirinê: Ermenîstanê Îranê û Rûsîyayêva bê girêdanê
Wextê hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye li Bryûsêlê derbazbûyî, qirara derheqa çêkirina rîya hesinîye Yêrasx-Culfa- Ordûbad-Mêgrî û Horadîzê careke mayîn hatîye îzbatkirinê. Derheqa wê yekda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.
“Ez dixwezim bîr bînim, wekî ew pevketin nava encamê gotûbêjkirinên koma xebatêda, ya Ermenîstan- Rûsîya-Adirbêcan, hatibû destanînê, li kîderê cîgirên serokwezîrên hersê welata dixebitin. Ev pevketin usa jî wextê hevdîtina li Soçîyê û ya tevî Şarl Mîşêl jî hatibû raberkirinê”,-Paşînyan gotîye.
Ewî gotîye, wekî rîya hesinî wê anegorî qanûnên navnetewî bixebite, ya ku wê bin kontrola her welatekîdabe. Bi vê rîya hesinî pevgirêdanên tevî Îranê û Rûsîyayê wê hebin, lê Adirbêcanê jî pevgirêdana tevî Nexçêvanê bistîne.