SerekeSîyasî

Tirkîya nikare dîsa “fêlbazîke leşkerî” li Rojavayê mîyaserke: Mezlûm Ebdî

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî elam kirîye, wekî Tirkîya  rûyê pirsgirêkên nava welatê xweda û hukumê navnetewîda, niha nikare dîsa opêrasîyoneke leşkerî dijî bakûr-rojhilatê Sûrîyayê derbazke.

Bi xeberdana li ber binelîyên Dêyr Zorê, Mezlûm Ebdî gotîye, wekî Tirkîya bona destpêkirina opêrasîyoneke nû, ya dijî  Rojavayê, îşiqa kes digere, lê halê li Tirkîyayê îzinê nade, ku ew wê yekê bike û xêncî wê yekê jî welatên mayîn li ser wê tabîyê nînin.

Ewî serda zêde kirîye, wekî hevraqayîlbûna navnetewî heye, anegorî kîjanê gerekê êskalasîya li Sûrîyayê bê kêmkirinê, û Hêzên Sûrîya Dêmokratîk nava doranên wê hevraqayîlbûnêdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button