Merkeza prêssayê, ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, li ser rûpelê xweyî Twittere-ê elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî înformasîyayên wezîreta Tirkîyayêye parastinê ne anegorî rastîyêne.
“Înformasîya wezîreta Tirkîyayêye parastinê, ya derheqa şihîdketina 11 şerkarên meda ne anegorî rastîyêne. Hêzên me li nehîya pêşda neçûne. Elametîyên vî cûreyî nava kontêksta şerê şexsîda tên kirinê”,-nava elametîya HSD-ê da hatîye gotinê.