SerekeSîyasî

ŞAY bona cangorîyên lêhîya li Hewlêrê serxweşî daye: em piştgirîyê nava vî halê giranda didine cimeta Kurdistanê

Konsûlxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Hewlêrê roja yekşemê bona cangorîyên lêhîya li Hewlêrê serxweşî daye û elam kirîye, wekî Ştatên Yekbûyî nava vî wedê giranda li rex cimeta Herêma Kurdistanêye.

“Me bi xemgînî behsa derheqa cangorîyada bihîst, yên ku rûyê lêhîya li Hewlêrê wefat bûne. Undakirina jîyanê, hebûnê û meclên jîyînê tiştekî girane.Em serxweşîyê didine malbetên cangorîya, yên ku ji lêhîyê zyanê ketine.Ştatên Yekbûyî nava vî wedê giranda piştgirîya  cimeta Herêma Kurdistanê dike”,-nava elametîya konsûlxanêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button