H’emû nûçeSereke

Şêwira weruhastinên konstîtûsîyon wê bê sazkirinê

Bi qirara Nîkol Paşînyanê serokwezîr, komîsîya pêşezanîyê ya werguhastinên konstîtûsîyon wê bê belavkirinê û şêwira werguhastinên konstîtûsîyon wê bê sazkirinê. Anegorî qirarê, şêwira konstîtûsîyon wê ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî edaletêda bê serkarîkirinê. Endamên şêwirê dikarin bibin: wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv, serokê komîsîya pirsên hiqûqîye li parlamêntê, parêzerê mafên mêriv, ji her fraksîyake parlamêntê merivek, wekîlekî ji şêwira mehkemêye tewrebilind, sê wekîlên ji partîyayên ku tevî hilbijartina bûne, lê mandat nestendine.Sê wekîlên ji teşkîletên civakîye li Ermenîstanê dikarin bibine endamên şêwirê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button