H’emû nûçeSereke

Ev şer yê dînî nîbû û nikaribû bibûya: hevpeyvîna Armên Sargsyan

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan wan fikirara qayîl nîne ku şerê Qerebagê ayîna dînva girêdayî bûye. Fikira vî cûreyî Sargsyan wextê hevpeyvîna tevî  Asia Times e gotîye.

Ji Sargsyan pirsîne, ku gelo ew wê şirovekirinêra qayîle, wekî dew û doza Ermenîstanê û Adirbêcanê ya dînîye, çimkî Ermenîstan Adirbêcanê bona xirabkirina dêrên ermenîye li Arsaxê gunehkar dike, lê Adirbêcan jî dibêje, wekî Ermenîstanê li wan nehîya  “7O mizgeft” xirab kirine.

Eva şerê dînî nîne. 7O mizgeft hatine xirabkirinê? Ez ji we derheqa vê yekêda dibihêm. Hûn gerekê gelekî konkrêtbin. Nava pirsa dêrên ermenîda hemû tişt gelekî konkrête. Ew dêr bi seda û hezara sala li wirin. Em zelal zanin, ku kîjan hatine xirabkirinê. Mixabin, em nava wê yekêda bûne pêşezan û berê ewlin li împêratorîya osmanî, li Tirkîyayê dêr hatine xirabkirinê»,- serokkomar gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button