SerekeSîyasî

Koalîsîya îzbat dike, wekî piştî derxistina komên şerkar wê dîsa piştgirîyê bidine pêşmerga û hêzên Îraqê

Koalîsîyona bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî îzbat kirîye, wekî ewê piştî derxistina komên xweye şerkar wê dîsa piştgirîyê bidine pêşmerga û hêzên îraqî.

Elametîya wî cûreyî li ser rûpelê konsûlxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hatîye belavkirinê, kîjanêda usa jî hatîye dîyarkirinê,  wekî koordînasîya di navbera Hewlêrê û Bexdayêda wê berdewambe.

Anegorî hevraqayîlbûnên di navbera Bexdayê û Waşîngtonêda, hîvîyêne, wekî komên Ştatên Yekbûyî û koalîsîyonêye şerkarîyê wê ji Îraqê bêne derxistinê, lê hêzên mayîn wê piştgirîya leşkerî bi cûrê konsûltasîya û hînkirina bidin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button