Paşînyan cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê qebûl kirîye: pêrspêktîvên dasekinandina tevgirêdanên transportêye li Qafqasîyayê hatine gotûbêjkirinê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk qebûl kirîye.
Tevî hevdîtinê bûne cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn.Dêlêgasîya bi serkarîya cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê nava dorana civîna ermenîya-rûsaye hevkarîya êkonomîkî li Yêrêvanêye.
Bi slavkirina mêvana, Paşînyanê serokwezîr derbazkirina civîna komîsîy ortehukumatîyêye hevkarîya êkonomîkî slav kirîye û bona xebatên civînê açixî xwestine. Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hevdîtinên dualîye sala îsalin gelekî întênsîv bûne.
Nîkol Paşînyan û Alêksêy Ovêrçûk pirsên derheqa hevkarîya ermeîya-rûsaye êkonomîkî gotûbêj kirine.
Alîya fikir dora dasekinandina komûnîkasîyayên transportêye li herêma Qafqasîya Başûr pevguhartine.Xeberdan usa jî dora şuxulkarîya koma xebatêye sêalî, ya cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Airbêcanê çûye.