H’emû nûçeSereke
Şoygû hêzên Rûsîyayê, yên li Qerebaga Çîya, çawa garanta aşîtîyê nav kirîye
Hêzên Fêdêrasîyona Rûsîyayê, yên li Qerebagê, çawa garanta aşîtîyêne. Çawa ku “Armênprêss”-ê ragîhandîye, derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû li civîna şêwira wezîreta Rûsîyayêye parastinê elam kirîye.
“Eva ji salekê zêdetire, wekî hêzên rûsîye aşîtîparêz li Qerebagê û li nehîyên dor-bera bona îzbatkirina jîyana edil qewila çareser dikin , alî dasekinandina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dikin.
Hêzên Rûsîyayê usa jî li Sûrîyayê şuxulkarîya xweye çawa garanta aşîtîyê berdewam dikin“,- Şoygû gotîye.
Ewî gotîye, wekî destpêka salê heya niha aştîparêzên rûs 348 opêrasîyonên hûmanîtarî mîyaser kirine, 65O tonn xwurek û tiştên alîkarîyêye pêwîst pareve kirine.