H’emû nûçeSereke

Piştî hevdîtina li Bryûsêlê serokwezîr li alîyê pirsa vekirina rîyada hinek helkirina dibîne

Alîyê ermenî wê bêyî kontrolkirina gumrikê û hildana bacê gumrikê qayîl nebe ku rê bide Adirbêcanê.Anegorî înformasîya Armênprêssê, derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, wextê ku bersiva wê pirsê daye, ku nava pirsa vekirina rîyada bona çi tevî Adirbêcanê negihîştine qayîlîyê.

“Pêşîya hevdîtina li Bryûsêlê min  xetên ermenîye sor dabûne dîyarkirinê, fikira kîjanê eve wekî em tu fikirdarîke derheqa sivderêda qebûl nakin û derheqa çida li Bryûsêlê, li Soçîyê xeberdaye, ew yek tomerîkirina wan hevdîtina bû, li kîderê me daye dîyarkirinê, wekî ji herdu alîya jî wê kontrola gumrikê û sînor hebe, ya ku bona me û Adirbêcanê ya qebûlkirinêye û niha jî em pevketine ku çêkirina rîya hesinî destpkin”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr gotîye, wekî tabîya alîyê ermenî dîsa ya berêye.

“Him ez û  him jî serokê Adirbêcanê, me cêriband bikevine nava pirsa bi hûrgilî, me cêriband fem bikin, ku menî  çiîye, wekî em tabîyên vî cûreyî didine dîyarkirinê, lê hene menî, rûyê çida em tabîyên cûre-cûre didine kifşê.Wextê gotûbêjkirinên bi hûrgilî min mecal dît, wekî em dikarin bighîjine helkirina, li kîderê em dikarin pirsên helkirî bistînin.Niha pevketin tunene, lê mecal hene û em gerekê bicêribînin wana bidine xebatê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button