H’emû nûçeSereke
Rûyê belavbûna cûrê koronavîrûsêyî omîkronêda, Îranê sînorê tevî Ermenîstanê û yên tevî welatên cînare mayîn girtîye
Anegorî qirara hukumata Îranê, dewleta Îranê sînorên xweye tevî welatên cînar, rûyê belavbûna cûrê koronavîrûsêyî nûda digre. Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê ragîhandîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî sînor bi 15 roja tên girtinê.
Xêncî sînorê tevî Ermenîstanê, usa jî sînorên Îranêye tevî Tirkîyayê, Îraqê, Afganistanê, Adirbêcanê, Pakîstanê tên girtinê.